Hûn bi xêr hatin malpera Bajarê evinê !!
Qamişlo:Ev bajarê ku hin jêre dibêjin Kalîforiniya rojhilatê,û hin dibêjin Parîsa biçûk û hin dibêjin Bûka Cizîrê ,di sala 1926 an de ji rex Fransîzan ve hatiye avakirin-Bi avakirina qijla leşkerî û seraya fransî re- li ser girekî kevnar di binya Nisêbînê de, bi dor 2 k.m an,di nav xaka ku weqfa ziyareta Zeynelabidîne-eva ku dikeve nîvê Nisêbînê de -piştî ku sînor di navbera tirkan û deshilatdarên Fransiyan di suriyê de hat danîn,Ji bo restî bê gotin ,di destpêkê de cihûyên Nisêbînê,siryaniyên Bagokê,ermenên ku ber tirkan revyayî bûn û kurdên derdorê bi avakirina Qamişlo re westiyane ,û xwe li dor xanîkê Qidûr beg , sera û qijleya fransî û çemê Ceqceq girtin, kombûn û xwe danehev û weha Qamişlo ji çend taxan, di binya Nisêbînê de hat avakirin.wek:taxa,Siryan,Ermen,Aşûriyê,Cihûyan,Tey û Elî Fero(Xerbî)di gel gundê Hilêliyê ji baxerb ve û Enteriyê ji bareş ve ..Roja îro ji sedî 70ê ji tevgera wê di destê kurdan deye wek:Bazirganî,çandinî,perwerdekirina di dibistanan de,Bijîjkî,Avokatî,Endezyarî,avakirina avaniyan.
Ji cihên navdar di Qamişlo de:Gora seydayê Cegerxwîn,Mihened Şêxo,û goristana welatparêzên kurdan li gundê Dugirê ku ev qehreman têde hatine veşartin:Hemze begê Miksî yê ku kovara Jîn di sala 1918 an de li Stenbolê di weşand,Hacî Mûsa begê, Kor Hisên paşa,Dr.Nafiz beg Zaza,Dr.Qasim Cemîl paşa,Arif beg Ebbas,Haco axa yê Hevêrkî,Ebdulrehman axayê Eliyê Ûnis..hwd
Hem jî gora Osman Sebrî li gundê Berkevirê ye,û gora Îbrahîm paşayê Milî li Sifeya ye:
Dor 12 partiyên kurdan yên siyasî li Cizîrê hene ,nîv veşartîne,her yek ji wan rojnameyeke wê ya demdemî bi zimanê erebî heye,hin ji wan kovarên wan bi zimanê kurdî jî hene,wek kovara Gelawêj,Pirs,Jîn,Gulîstan,Stêr,Xunav..hwd,lê mixabin tu navendên kurdan yên çandî nînin.
Navê Qamişlo, ji Qamîşê hatiye girtin,ew qamîşa ku li ser peravê Ceqceq bi pirbûn şîn dihat:Roja îro çemê ceqceq Qamişlo dike du par :Rexê Xerbiyan û rexê Aşîtan.Hejmara daniştiyên wê 168,369 hezar kesin ji bilî kurdên bê nasname ku hejmara wan di ser 300,000 kesî re ye,û kurdên ku navê wan nehatiye tomarkirin.
Û wek ku diyare Qamişlo bû navdar bi rûdana 12 azara 2004 an.
Di baweriya min de Qamişlo ji bajarên kurdan yên ku hejmara bijîjk,avokat û endezyarên kurdan bi pir bûn lê hene .